Di 27.05.1961 ê de Mîre Hêkan li Til Kediş li cem Derbêsiyê, Kurdistana Başûrê Rojava ji malbateke kurd re çêbûye. Ew li ser sînorê Sûrî-Tirkî mezin bûye, parçebûna welatê xwe her roj li ber cavên xwe dibîne. (.. Di zaroktiya xwe de min gelek caran kilbetanê diya xwe didizî,min pê parçek ji têlênrêsayî yên sînor jê dikir, da ko leyistikan jê çêkim..). Li cem wî hezkirina hunerê nûwandinê (ekteriyê) û wênekêşiyê (nîgarkêşiyê) zû ve peyda bû.Di 1980 î de dibistanê bi dawi dike û bekeloriya distîne. Di destpêka 1981 ê de bi nozdeh saliya xwe dev ji welatê xwe berdide û ji hingî ve li Elmaniya dijî û kar dike. Ewî xwendina endezyara avakirinê li dibistana taybetî ya bilind li Aachen, beşê tabloya şanoyan tewa kiriye. Ewî mesrefa xwendinê bi karê şûştina sênîkan, kolana goran û bi kar ne din jî derxistiye. Ew dîse li Elmaniya xwe zû dixe nav leyistika şanoyê de. Bi xwendina xwe re bi hinek derhêneran re kardike û li tiyatra bi navê destikê şikestî, tiyatra Bohem û li tiyatra bajarê Aachen şano kiriye. Ewî 1988 an karê diploma xwe li ser şanoya tecrîbî pêşkêşkiriye û xwendina xwe bi diploma endezyar bi dawidike. Xwendina wî, ya çend salan li balêya klasîkî, modêrin û jas dans, çarê dide wî, ko ew piştî xwendinê di destpêkê de, mîna koryografê modê di dezgeha rêklaman de kar bike. Weke hunermendekî jêhatî û dîsayner karê xwe bi berferehî dike. Ji 1989 an ve ew li cem WDR, mîna endezyarê depê şanoyê û dîmenên şanoyê kar dike. Rola wî di dîsaynera tilvîsiyona ARD de jî heye.Hunerê modêrn roleke navendî di jiyana wî de digire. Ew bihêzeke mezin û ji dil hizirên xwe di babetên xwe de tîne bi karanîn û Tabloye xwe yên nûjen yên bi Qaşilkên Hêkan hatine nîgarkirin li gelek welatên cîhane bi nave „ Hunera kurdi li derve ye welat“ pêşkêşk dike. Dr. S. Wolters
Mre Hkan, din nav Çand-Huner-Culture
Mre Hkan, din nav Çand-Huner-Culture
5
0.0/5 for 0 rate
08-10-2011

